Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qaydeya Yemenî: Me Êrîşa Hember Charlie Hebdo Kir


Kovara Charlie Hebdo li gelek rojnamefiroşan nemaye
Kovara Charlie Hebdo li gelek rojnamefiroşan nemaye

El Qayde ya Yemenî berpirsîya êrîşa hefteya borî ya hember kovara Charlie Hebdo bi fermî rakir ser xwe.

El Qayde ya Yemenî bi daxuyanîyekê got ku ew kiryar jibo rakirina tola Pêxember Mihemed hatiye kirin.

Charlie Hebdo gelek caran mijarên ser ol diweşîne û çend caran jî wêneya Pêxember Mihemed xêz kiribû ku Misilman ew yek wek bêrêzî dihesibînin.

Charlie Hebdo îro Çarşemê hejmara xwe ya yekê ya piştî êrîşê çap dike ku di berga wê dê wêneya Pêxamber Mihemed heye ku dibêje, “Hemî Hatin Bexşandin”.

Tê ragihandin ku kovar li seranser Fransa di bazarê de ye.

XS
SM
MD
LG