Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Amerîka Bi Ewlehî û Demokrasîya Bulgaristanê Pêgîr e


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokwezîrê Bulgarî Boyko Borisov
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokwezîrê Bulgarî Boyko Borisov

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, Amerîkî bi xurtî bi ewlehî û xweşhalîya Bulgaristanê û saxlemîya sazîyên wê yên demokratîk pêgîr e.

Kerry ew gotinên xwe di civîneke ragihandinê de, bi amadebûna Serokwezîrê Bulgarî Boyko Borisov kir.

Di çarçoveya hevdîtinan de, Kerry herwiha ligel Serokê wî welatî Rosen Plevneliev û Wezîrê Derve Daniel Mitov civî.

Di hevdîtinan de her du alî mijarên wek çavkanîyên enerjî, hevkarîya berevanî û pêşvebirina sîstema dadwerîyê gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG