Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Cameron Îro li Qesra Spî Kom Dibin


Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Brîtanya Minister David Cameron di roja duyê ya hevdîtinanan de îro Înê li Washingtonê kom dibin.

Karbidestên Qesra Spî dibêjin, Obama û Cameron wê jimareke mijarên wek terorîzm, Ebola, kiryarên Rûsya li Ukrayna û ewlehîya înternetê gotûbêj bikin.

Her du rêber, li ber e plana xwe ya hevbeş eşkere bikin ku çawa rê li ber êrîşên înternetî bigirin, ku di dema dawî de zêde bûye.

Birêz Cameron gotibû ku ewê ji Serok Obama bixwaze ku giwaştinê li ser kompanîyên wek Google û Facebook bike ku bihêlin hikûmet bikarin ragihandinên taybet yên şîfrekirî bibînin.

XS
SM
MD
LG