Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrîya Sûrî: Ji Destpêbûna Êrîşên DAÎŞê Vir ve 1607 li Kobanê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê radigihîne ku ji 16'ê Îlonê, ji destpêbûna êrîşên Dewleta Îslamî ya dijî Kobanê vir ve, 1607 kes di şer de hatin kuştin.

Di nav qurbanîyan de 32 Kurdên sîvîl hene ku 17 ji wan ji alîyê DAÎŞ ve hatin înfaz kirin. Di nav wan 17 kesan de, 2 zarok, 4 kesên ku li dervayê Kobanê hatine serjê kirin hene. Herwiha, 4 Kurdên sîvîl jî di bombebarana DAÎŞ de hatin kuştin ku di 27ê Îlonê de destpê kiribû.

Ji destpêkirina êrîşan vir ve 462 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayîş di pevçûn û bombebarana DAÎŞ de hatin kuştin ku yek ji wan fermandareke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye û çendên din jî hatin serjê kirin (3 jin in).

Bi giştî 1091 endamên DAÎŞ di şerê bi YPG de li Kobanê hatin kuştin û 49 ji wan erebeyên xwe li nav û dervayê bajêr peqandine.

Herwiha, 21 serhildayên ku piştgirîya YPG dikin, di pevçûnan de hatin kuştin. Kurdekî dilxwaz ku alîkarî dibir YPG di nav makîneya xwe dehate kuştin.

SOHR dibêje, ew bawer dike ku hejmarên rastîn yên qurbanîyan hîn bilindtir in jiber ku DAÎŞ hejmara kuştîyên xwe wek tiştekî sirrî û nepênî vedişere. Dîsa, gelek dever hene ku ne pêkan e ku vekolîn lê bêne kirin.

XS
SM
MD
LG