Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Associated Press: Leşkerên Sûrî û Kurd li Hesekê Şerê Hev Dikin


Rêxistineke çalakvan û karbidestekî Kurd dibêjin, şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û şervanên Kurd de li bajarê Hesekê yê bakur rojhilatê Sûriyê derketiye holê.

Çavdariya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye dibêje, şer îro Şemiyê destpê kir piştî ku endamên grûpeke çekdar ya Kurd 10 leşkerên Sûrî û çekdarên ser bi hikûmetê ve dester kirin. Ew leşker hatibûn şandin bo deverekê li jêr kontrola Kurdan.

Berdevkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Newaf Xelîl dibêje ku şer li çend taxên piranî Kurd li Hesekê rûda bûye.

Tiştekî nû ku herdu alî şerê hev dikin, ji dema ku hikûmeta Sûrî hêzên xwe di sala 2012 de ji deverên Kurdistan vekişandin da ku li deverên din yên welêt şer bikin. Ji wê çaxê de, şervanên Kurd bi awayekî eşkere kontrola herêmê dikin.

Ev nûçe ji ajansa Associated Press hatiye wergirtin.

XS
SM
MD
LG