Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hindistanê Misilman û Hindûz Dikevin Nav Pevçûnan


Karbidestekî hikûmeta Hindistanê got, bi kêmî çar gundiyên Misilman li rojhilatê welêt hatin kuştin, sê ji wan ji ber şewitandina xaniyên wan, di encama şer û pevçûnên navbera Hindûz û Misilmanan de.

Efserê polîsê xwecihê Ranjit Mishra got ku 14 kes îro Duşemê li ser tawanên kuştin û şewitandinê hatine girtin.

Ewlekarî li nav û derdora gundê Sarayian li wîlayeta Bihar hatiye asê kirin, ligel şandina 500 efserên din yên polîs bo wê herêmê.

Karbidestekî wîlayeta Bihar got ku şer roja Yekşemê destpê kir, piştî termê kurekî Hindûz li gundê Sarayian hate dîtin, bêtirî hefteyekê piştî ku winda bûbû. Karbidestî ragihand ku Hindûzan kuştina wî kurî xistin stûyê Misilmanên gund.

Li gorî jêderên xwecihî, rewş li gund hîn aloz e, lê ew li jêr kontrola polîs e.

Hindûz bêtirî 80 ji sedî ji rêjeya xelkê Hindistanê pêk tînin û Misilman dora 13 ji sedî pêk tînin. Ew bi giştî bi aştiyane li gelek aliyên welêt bi hev re dijîn, lê hinek caran tundûtûjî di nav wan de derdikeve.

XS
SM
MD
LG