Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên YE li Brûkselê Kom Dibin


Aliyek ji civîna Brûkselê. 19. 01. 2015.
Aliyek ji civîna Brûkselê. 19. 01. 2015.

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê îro Duşemê li Brûkselê dicivin, piştî bûyerên kujer li Fransayê û operasyonên dijî terorê li Belcîkayê.

Wezîrên welatên Ewropî dê gelek babetan gotûbêj bikin, li vê dema ku YE xwe amade dike meha bê hilcivîneke taybet bi şerê terorê lidar bixe.

Piraniya Ewropa di rewşeke awarte re derbas dibe, piştî ku wezîrê dadweriya Belcîkayê ku endazyayê êrîşên terorîstî ya neserkeftî hefteya bûrî hîn nehatiye girtin.

Koen Geens dibêje, berguman ne di nav wan çar kesan de bû ewê ku li Yûnanistanê hatin girtin. Lê dozgirên Belcîkayî hîn plan dikin ji hikûmeta Yûnanistanê bixwazin ku yekî ji wan kesên girtî der bikin ku girêdana wî bi hewildana wê êrîşê heye.

Dezgehên ragihandinê li Belcîkayê endazyarê planê bi navê Ebdulhemîd Abûd dane nasîn. Hevwelatiyê Belcîkayî yê 27 salî bi regez ji Mexribê ye û guman heye ku wî xelekeke Îslamiyên tundrê li bajarê Verviers bi rê ve dibir.

XS
SM
MD
LG