Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Serkêşiya Civîneke Kabîneya Hikûmetê Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê civîneke Kabîneya hikûmetê birêve bir, di gavekê de ku rexnegirên wî wekî kontrolkirina desthilatê dibînin.

Birêz Erdoganê ku 11 salan serokwezîrê Tirkiyê bû, di hilbijartinên Tebaxa bûrî de bû serokkomarê welêt. Ew serokê yekemîn di nav 10 salên dawî de ku rêvebiriya rûniştineke Cabîneyê dike.

Serokwezîrê nuha yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got ku serokkomar di çarçoveya desthilata xwe ya destûrî de kar dike.

XS
SM
MD
LG