Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bîranînên Hrant Dink Rûbirûbûna Qira Ermenan Hate Xwestin


Rojnamevan û nivîskarê Ermen Hrant Dink ku 8 sal berê li Stenbolê li ber Rojnameya Agos’ê hatibû kuştin, bi xwepêşandan û meşên mezin hate bibîranîn.

Ligel hin bajarên din yên Tirkîyê li Stenbolê di roja salvegera kuştina Hrant Dink de, bi hezaran kes ji Taksîmê heta ber bi rojnameya AGOS’ê anku cihê ku ew lê hatibû kuştin meşiyan û bernameya bîranînê saz kirin.

Di meşê de, ligel malbata Hrant Dink, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Tirkîyê, Hevserokên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, parlamanterên HDP’ê û Partiya Gel ya Komarî (CHP) jî beşdarî kirin.

Li bernameya bi navê ‘Dostên Hrant wî bi bîr tinin’ de, Şaîr û nivîskar Murathan Mungan axaftinek kir.

Wî bal kişand ser zimanê aştîyê yê Hrant Dink û sedsalîya qira Ermenan.

“Sala 2015’an 8 saliya kuştina Hrant Dink e. Herwiha 100 saliya qira Ermenan ya 1915’an e. Red kirin û înkara cenosîda Ermenan, li dîrok, wijdan, hiş û aqilan tenêmayîna sed salan ya Tirkîyê ye. Divê edî ev tenêmayîna sed salî ya Tirkîyê bi dawî were.”

Murathan Mungan xwest, li sala 2015’an xewna Hrant Dink ya hembêzkirina gelên Tirk û Ermen jî pêk were.

“Yek ji xewnên Hrant hevdu hembêzkirina herdu gelan û vekirina derîyê sînorê Ermenîstan û Tirkiyê bû. Gelî dost û hevalan, divê em ne tenê li xatiratên miriyên xwe, herwiha xwedî li xewnên wan jî derkevin. Ger niha ew derî vebe, wê derîyê gelek tiştên din jî vebe. Wê vebûna wî deriyî pir xweş li sala 2015’an were.”

Nivîskar Mungan komkujî û kuştinkariyên ji li Tirkîyê li demên cuda rû dane bi bîr xistin.

“Zihniyeta yên ku li 1938’an komkujiya Dersîmê, li 1978’an kuştinkariya Mereşê, êrîşên li 6-7’ê Îlona 1955’an li ser Rûm û Ermenan hatine kirin, li 1993’yan li Otela Madimak ya Sêwasê şewitandina rewşenbîran û yên ku li 2011’an Roboskê bombebaran kirine yek e. Em bi salan e li vî welatî ji partiya deshilatdar ya ku navê ‘Dadê’ li xwe kiriye daxwaza dadê dikin. Lê nayê.”

Birêz Mungan bi bîr xist, heke Hrant Dink li jiyanê bûya, wê li kêleka gelê Êzidî ku li Rojhilata Navîn gelê herî bêxwedî maye jî cî bigirta.

Li bernameya bîranîna Hrant Dink, bi dirûşman û nivîsên Ermenkî, Kurdî û Tirkî hatibûn hilgirtin daxwaza dadê hate kirin.

Li dema bîranînê li ber avahiya Agos’ê HDP’ê jî jibo navê kolana ku Hrant Dink lê hatibû kuştin bi navê wî were guhertin îmze berhev kirin.

Bernameyên bîranîna Hrant Dink, li Stenbolê bi meş û çalakiyên cuda bi şev jî berdewam kirin.

Hêjayî gotinê ye, di bîranînên îsal de babeta sereke sed saliya qira Ermenan bû. Di çalakiyan de jî li ser navê Hrant Dink ku kesayeteke aştîxwaz yê Ermen bû, daxwaza rûbirûbûna rastiyên dîrokê hate kirin.

Bîranîna Hrant Dink
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:30 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG