Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Îro Gotara Xwe ya Salane li Kongresê Pêşkêş Dike


Serokê Amerîkî Barack Obama îro Sêşemê li pêş Kongresê gotara xwe ya salane ya bi navê State of the Union pêşkêş dike ku tê de dê banga zêdekirina bacê li ser kesên herî dewlemend li Amerîka bike.

Ev gotar ya yekemîn di serokatiya Obama de ku li pêş Kongesa bi temamî li jêr kontrola Komariyan e.

Birêz Obama dê banga zêdekirina bacan bike jibo wan kesên ku di warê bazara sehmetan û weberhênana xaniyan de kar dikin.

Serokê Amerîka dixwaza dahatên wan bacan ku di nav 10 salan de bi 320 milyar dolar tê texmîn kirin, jibo destpêkirina hinek planên wekî hilanîna pere jibo xwendekarên zanîngehên du sal û herwiha jibo alîkariya dahatên malbatên çîna navîn.

Ev pêşniyar ji nuha de ji aliyê qanûndanerên Komarî ve hatine red kirin. Komarî nuha herdu Civatên Nûner û Senatoyê kontrol dikin, piştî ku piraniya dengan li hilbijartinên Novembera bûrî bidest xistin.

XS
SM
MD
LG