Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bermîlên Teqînok bi 'Dehan' Kes li Sûriyê Dikujin


Rêxistinên Sûrî dibêjin, bi dehan xelk hatine kuştin û birîndar ketine, di encama êrîşeke asmanî ya hikûmeta Sûrî de li ser bazara gundekî li jêr kontrola rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş).

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov û Komîteyên Kordînasyona Xwecihî dibêjin, êrîşa îro Sêşemê li gundrê Xensa pêk hat. Gundê Xensa li ser sînorê Îraq û Sûriyê dikeve û nuha li jêr kontrola Daîş e.

Herdu rêxistinên mafên mirov ti agahî li ser jimara rastîn ya kuştiyan neda. Lê Çavdêriyê got ku bi dehan xelk hatin kuştin û birîndar bûn.

Van gotûpan herwiha got ku firokên şer yên hikûmetê bermîlên teqînok avêtin ser bazara gundê Xensa. Çalakvan dibêjin, bombeyên ji vî rengî ticarî li armanca xwe ya durist nakevin û di encama wan de bi hezaran kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, di şerê Sûriyê de yê çar salî heta nuha bêtirî 220 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG