Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya jibo Azadkirina Hemwelatîyên Xwe Bizavên Xwe Didomîne


Rehneyên Japonî Kenji Goto û Haruna Yukawa
Rehneyên Japonî Kenji Goto û Haruna Yukawa

Japonya îro Pêncşemê dibêje, ew hizra karanîna hemî rêkên pêkan dike da ku 2 welatîyên dîl ji destê Dewleta Îslamî azad bike.

Çekdarên Dewleta Îslamî roja Sêşemê di vîdyoyekê de gotibûn ku ewê wan rehîneyan bikujin, eger Japonya di nav 72 demjimêran de 200 mîlyon dolarên ku wan xwestî, nede.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor wê peyama vîdyoyî, muhleta ku gruba tundrê daye Japonya, roja Înê temam dibe

Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe do ji rojnamevanan re gotibû ku wî ji karbidestan xwestiye ku bo garantîkirina azadîya Kenji Goto û Haruna Yukawa hemî hewlên dîplomatîk kar bînin.

Abe dabû zanîn ku ewê ticar serê xwe li hember terorê danexin, lê ne wî ne jî karbidestekî din yê Japonî zelal nekir ku Tokyo dirava xwestî bide Dewleta Îslamî yan ne.

Japonya ne di nav wan welatan e ku rastxwe di koalîsyona dijî Dewleta Îslamî de cîh digire ku li Sûrîye û Îraqê dijî wê grubê şer dikin.

XS
SM
MD
LG