Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîkê Saudî Abdullah di 90 Salîya Xwe de Mir


Melîkê nû Salman
Melîkê nû Salman

Hikûmeta Erebîstana Saudî amadehîyên xwe jibo merasîma oxirkirina Melîk Abdullah berdewam dike, çend seet piştî ku melîkekî nû li şûna wî hate destnîşan kirin.

Melîk Abdullah ê 90 salî ku demeke zûtir ya îro Înê mir, ji demeke dirêj vir ve nexweş bû.

Ew di şerê dijî terorê û tundrêyên Îslamî de wek hevalbendekî nêzîk yê Amerîka dihat nasîn.

Piştî mirina Abdullahî, birayê wî Salman şûna wî bir û birayê din Muqrin jî wek welîaxt hat destnîşan kirin.

Melîk Salman di axaftina xwe ya televîzyonî de got, ewê polîtîkayên Abdullah bidomîne.

Hêjayî gotinê ye Salman 79 salî ye û ji sala 2012’an vir ve wek wezîrê berevanî kar dikir.

XS
SM
MD
LG