Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Hewil Dide ku Bizane Vîdyoya Serjêkirinê Rast e


Hikûmeta Japonî vekolênê dike ku bizane vîdyoya ku îro ji alîyê mîlîtanên Îslamî hatiye belav kirin, rast e yan ne.

Di wê vîdyoyê de xuya dibe ku rojnamevanê Japonî Kenji Goto wêneya girtîyê din Haruna Yukawa nîşan dide ku serjê kirî ye.

Çekdarên Dewleta Îslamî roja Sêşemê di vîdyoyekê de gotibûn ku ewê her du rehîneyên Japonî bikujin, eger Japonya di nav 72 seetan de 200 mîlyon dolar need wan.

Muhleta ku Dewleta Îslamî dabû Japonya do Înê temam bibû û bîra giştî di xemê dabû ku çi hatiye serê wan kesan.

XS
SM
MD
LG