Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Wekî Mêvanê Rûmetê Beşdarî Helkeftên Roja Komara Hindistanê Dibe


Serokê Amerîkî Barack Obama di serdaneke dîrokî de wekî mêvanê rûmetê beşdarî Roja Komara Hindistanê bû. Lê baranê nehişt ku ew hêfxweşî bigihêje serî, li dema ku bi hezaran leşker beşdarî meşekê bûbûn.

Birêz Obama yekem serokê Amerîkî ye ku beşdariyê li Roja Komara Hindistanê dike. Ev roj yekem destûra Hindistanê wekî dewleteke serbixwe pîroz dike. Destûra yekem 26ê meha yekê sala 1950 hate ragihandin.

Serokê Amerîka roja yekem ji serdana sê roj ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî derbas kir, tê de jimareke rêkeftine di navbera herdu welatan de îmze kirin.

Birêz Obama û birêz Modi ragihandin ku ew gihiştine rêkeftineke navokî ya bêhempa ku ji demeke dirêj ve hatibû rawestandin.

Amerîka sala 2008ê peymanek ligel Hindistanê îmze kiribû, jibo pêşkêşkirina teknolojiya navokî ya sivîl. Lê jiber hinek qanûnên xwecihî li Hindistanê, cîbicîanîna wê rêkeftinê pêk nehatibû.

Hîn hûrgilî derbarê gihiştina rêkeftinê zelal nebûne, lê Serok Obama rêkeftina roja Yekşemê wekî gaveke girîng binav kir, tê de diyar dike ku herdu alî dikarin bi hev re peywendiyên xwe bilind bikin.

XS
SM
MD
LG