Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka HDP’ê Yuksekdag: Siwar Hatin, Peya Çûn!


Figen Yukseldag.
Figen Yukseldag.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di gotara xwe ya koma parlamanê ya roja Sêşemê de, rizgarkirina bajarê Kobanîyê ji aliyê YPG/YPJ, Pêşmerge û hêzên dost ve pîroz kir.

Xanima Yuksekdag, bal kişand ser terora DAIŞ’ê û serkeftina Kobaniyê.

“Dixwazim gotineke pêşîyên Kurdan bi bîr bixim. ‘Siwar Hatin, Peya Çûn.’ Yanî ew artêşa dirinde, çawa ku hatibû bêyî ku li paş xwe binere diçe û wê here jî.”

Birêz Yüksekdag, daxuyanîyên karbidestên hikûmeta Tirkîyê yên piştî nûçeya rizgarbûna bajarê Kobanî rexne kirin.

“Piştî rizgarbûna Kobaniyê em hin gotinan dibihîzin. Ji me re dibêjin, ‘Em hêvîdarin hewildan û rola me ya ku me jibo Kobaniyê nîşan daye jibîr nekin’. Ji me re pir zehmet e ku em bersivekê ji vê re bibînin. Tenê dikarim vê bibêjim. Lîsteya tiştên ku em ê ti caran ji bîr nekin û wan efû nekin li ber me heye. Em ê yên ku digotin, ‘Kobanê dike bikeve ji bîr nekin’. Wê gelê Kurd û Tirkiyê gotinên mîna, ‘Çi eleqeya Kobanîyê bi me re heye’ qet ji bîr nekin.”

Xanima Yuksekdag, di berdewamê de helwesta dijî xwepêşandanên piştevaniya Kobaniyê yên 6-8’ê meha 10 yên sala 2014’an, alîkariyên ser sînor yên jibo DAIŞ’ê û kuştina xelkê ser sînor bi bîr xistin.

Xanima Yuksekdag dîyar kir, “DAIŞ ji aliyê çi derdoran ve hatibe avakirin û bû be bela serê tevahiya gelên herêmê, wê sibe bibe bela serê hevkarên xwe jî û ji dîrokê were paqijkirin.”

Figen Yukseldag
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG