Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayika Rehîneyê Japonî Jibo Berdana Kurê Xwe Dike Hawar


Dayika rojnamevanê Japonî Kenji Goto ku niha di destê Dewleta Îsmaî de girtî ye, daxwaz dike ku canê kurê wê were bexşandin.

Junko Ishido Goto îro di civîneke ragihandinê de daxuyanîyek xwend û bang li Serokwezîrê Japonî kir ku jibo berdana kurê wê hemî tiştên pêkan bike.

Xanim Goto got, kurê wê ne dijminê ola Îslamê ye.

Mîlîtanên Dewleta Îslamî gefan kiribûn ku eger heta roja Çarşemê daxwaza wan ya veguherîna rehîneyan cîh neyê, ewê Kenji Goto bikujin.

XS
SM
MD
LG