Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dewleta Îslamî Gefan Dike ku 2 Dîlên Destê Xwe Serjê Ke


Peyameke dengî de ku, tê îdia kirin ji rojnamevanê Japonî Kenji Goto ye, tê gotin ku firokevanê Urdunî jî dê were kuştin, eger Amman êrîşvana xwekuj ya jin radestî Dewleta Îslamî neke.

Karbidestên Urdunî û Japonî hewil didin ku rastbûna wê mesaja dengî piştrast bikin ku kesê ku dipeyîve birastî Kenji Goto ye ku di destê DAIŞ de dîl e.

Di peyama ku do derengîya Çarşemê di malpereke de hate weşandin, Goto dibêje ew û girtîyê din pîlotê Urdunî Mu'ath al-Kasaesbeh wê bêne kuştin, eger şerta DAIŞ bi cîh neyê.

DAIŞ daxwaz dike ku Amman terorîsta hikumxwarî Sajida al-Rishawi heta avaçûna rojê ya îro Pêncşemê bîne ser sînorê Tirkîyê.

Lê, bi zelalî nayê gotin ku li hember teslîmkirina Rishawi, ew du girtî wî bêne berdan yan ne.

Al-Rishawi jineke Îraqî ye ku jiber tevlîbûna we ya êrîşeke terorîya sala 2005’an de ku 60 kes li Ammanê kuştibûn.

XS
SM
MD
LG