Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Dixwaze Piştrast Be ku Firokevanê Wî Sax e


Urdun dibêje, ewê terorîsta Îraqî ya girtî wê azad neke, heta ku delîl hebe ku firokevanê wê Mu'ath al-Kasaesbeh sax e.

Berdevkê hikûmeta Urdunê Mohammad al-Momani îro Pêncşemê got, ewê hizra veguherîna êrîşvana xwekuj Sajida al-Rishawi bikin, piştî ku îsbat ji wan re bê dayîn ku pîlotê wan al-Kasaesbeh zindî ye.

Di peyameke de ku derengîya Çarşemê malpereke de hate weşandin, Goto digot, ew û girtîyê din pîlotê Urdunî Mu'ath al-Kasaesbeh wê bêne kuştin, eger Urdun terorîsta Îraqî al-Rishawi serbest neke.

Karbidestên Urdunî û Japonî hewil didin ku rastbûna wê mesaja dengî piştrast bikin ku kesê ku dipeyîve birastî Kenji Goto ye ku di destê DAIŞ de dîl e.

XS
SM
MD
LG