Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Terorîstên Daîş Jimareke Pêşmerge li Kerkûkê Dikujin


Karbidestên Îraqê dibêjin, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) ya terorîst mezine efserekî Kurd û 8 Pêşmergeyên din di şerekî de nêzîk bajarê Kerkûkê kuştine.

Desthilatdar dibêjin, General Şêrko Fatih û Pêşmergeyên ligel wî di şerekî tund de li hember terorîstên Daîşê hatin kuştin.

Ajansa Fransî ya Nûçeyan dibêje, di heman şerî de bi dehan kesên din jî birîndar ketin.

General Xetab Omer li Kerkûkê dibêje, tundrêyên Daîş roja Îniyê girtin ser cihekî Pêşmegeyan û General Şêrko û şervanên ligel li wî cihî kuştin.

XS
SM
MD
LG