Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombeyek li nav otubusekê li navenda bajarê Şamê paytexta Sûriyê teqiya û di encamê de bi kêmî 7 kes hatin kuştin, di nav de hinek Şîayên Libnanê ku bi serdan hatibûn Sûriyê.

Di heman teqîna ku li Şama kevin de rûda bû, dora 20 kesên din birîndar bûn. Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku teqîn li nêzîk Bazara Hemîdiyê ya dîrokî pêk hat.

Çavdêriyê got ku nemreya otubusê Libnanî bû û siwarên wê Şîayên Libnanî bûn ku jibo serdana cihên olî hatibûn Şamê. Televizyona el Menar ya ser bi rêxistina Hizbullah ve heman agahî îro Yekşemê ragihand û herwiha hinek wêneyên li nexweşxaneyeke xwecihî belav kir. Televizyonê got ku ew kesên Şîa ji cihekî olî yê pîroz diçûn cihekî din.

Televizyona Sûrî jî derbarê teqînê ragihand, lê ti agahiyên zêdetir neda.

Hergav mûşek ji bajarokên nêzîk yên jêr destê serhildêran bi aliyê Şamê ve tên avêtin, lê teqînên wisa kêm li navenda Şamê pêk tên.

XS
SM
MD
LG