Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Rojnamevanê Australî yê el Cezîre Azad Dike


Peter Greste.
Peter Greste.

Ajansa fermî ya nûçeyan li Misirê dibêje, rojnamevanê toreya el Cezîre Peter Greste yê Australî ji zindanê hatiye azadkirin û nuha berê xwe dide firokxaneya Qahîre da ku ji welêt derkeve.

Piştî bêtirî salekê di zindanê de, ajansa nûçeyan got ku Greste îro Yekşemê hate berdan, piştî erêkirina serokatiya Misirê. Ev biryar bi hemahengî ligel Balyozxaneya Austalia li Qahîre hate standin.

Mezine karbidestekî zindanê jî bêyî ku navê xwe eşkere bike, ev nûçe piştrast kir.

Peter Greste û rojnamevanê Misirî Kanadî Mihemed Femhî û rojnamevanî Misirî Mihemed Behir bi kêmî 7 sal zindan hatibûn ceza kirin, jiber tawanên girêdayî terorê. Darizandina wan ji aliyê rêxistinên mafan hatibûn şermezarkirin.

XS
SM
MD
LG