Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî jibo 'Super Bowl' Amade ne


Îro Yekşemê roja bînvedaneke nefermî ye li Amerîka, li dema ku bi milyonan Amerîkî li pêş ekranên televizyonan kom dibin jibo lîstika qehermaniya futbola Amerîka ku bi navê Super Bowl tê nasîn.

Ev lîstik helkefta herî zêde ji aliyê Amerîkiyan ve li ser televizyonê tê temaşe kirin.

Di lîstika îsal de tîmên Seattle Seahawks û New England Patriots tên ber hev. Ev cara 8ê ye ku Patriots digihêje qonaxa dawî ji lîga futbola Amerîkî.

Lîstik li Stadyuma Zanîngeha Phoenix ya Arizona pêk tê. Li gorî karbidestên stadyumê didin zanîn, nirxê bilêtên amadebûna lîstikê di navbera 800 û 1900 dolarî de ye.

Bêtir agahiyên derbarê Super Bowl di vê hevpeyvîna ligel xanim Zinar Zêbarî de bizanin. Xanim Zêbarî Kurdeke Amerîkî ye û li wîlayeta Virginia dijî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG