Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Houthî li Yemenê Mercekî Nû Datînin Pêş Gotûbêjan


Çekdarên Houthî li Sanaya paytext.

Wekî pêş mercek jibo gotûbêjên li ser azadkirina serokê Yemen û endamên Kabîneya hikûmetê ji jêr zindana malê, serhildêrên Şîa li Yemen ku Sanaya paytext kontrol kirine, daxwazê dikin mîlîşyaya wan ya çekdar bibe beşek ji hêzên artêş û polîsê li welêt.

Ev yek herî dawî ye ku serhildêrên Houthî daxwaz kirin, piştî wan meha bûrî girt ser koçka serokatiyê û deverên din yên hikûmetê li Sanaya paytext. Serhildêran ji Êlûna bûrî de destpê xwe danîne ser hinek dezgehên girîng yên hikûmetê.

Lê dibe ku ev daxwaza serhildêran rê li ber hewildanên NY bigire jibo peydakirina çareseriyekê ji krîza Yemenê re. Hinek mercên din jî hene ku serhildêrên Houthî dane pêş.

Ji wexta ku serokê berê Elî Ebdulla el Salih sala 2011 ji desthilatê hatiye avêtin, welatê nîvgirava Ereb yê hejar bûye qada şer û pevçûnan di navbera aliyên siyasî û olî yên rikaber de.

XS
SM
MD
LG