Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Sizayê Mirinê Dide 183 Kesan


Nexşeya Misirê.

Dadgeheke Misir cezayê mirinê da 183 kesan li ser tawana kuştina 15 polîsan di tundûtûjiya ku piştî derkirina serokê Îslamî yê berê Mihemed Mursî sala 2013ê de li Misirê peyda bû.

Biryara dadgehê ya roja Duşemê piştî çend darizandinên mezin li Misirê hat ku bûbûn sedema şermezarkirineke navnetewî jiber cezakirina bi sedan kesên din li ser heman tawanê.

Gelek cezayên mirinê bi pêdaçûnan hatibûn rawestandin û di haletekê de dadwerek hatibû hilanîn.

Bergumanên ku biryara dadgehê ji ber êrîşekê li ser polîsxaneya gundê Kirdase li nêzîk Qahîre hatin siza dan. Di wê êrîşê de êrîşbiran çend polîs kuştibûn û termên wan piştî kuştinê birîn kiribûn.

Êrîş derketibû holê piştî hêzên ewlekariya Misirê ketibûn nav du kampên protestoyên jibo Mursî li Tebaxa 2013 û bi sedan kes kuştibûn.

XS
SM
MD
LG