Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojhilatê Ukraynayê Şerekî Nû Derdikeve


Di encama şerekî nû de li rojhilatê Ukraynayê di navbera artêş û cudaxwazên ser bi Rûsya ve de bi kêmî pênc kes hatin kuştin, li gorî ku karbidestan îro Sêşemê ragihand.

Şerê nû li herêma Donetsk derkete holê, cihê ku bûye qada şer û pevçûnan di navbera aliyên rikaber de.

Karbidest li bajarê Donetsk ku li jêr kontrol serhildêran e herwiha gotin ku bi kêmî 13 kesên din di nav 24 demjimêrên dawî de ji şer birîndar ketine.

Ji dema ku gotûbêjên aştiyê di navbera hikûmeta Ukraynî û cudaxwazan de destpê kiriye, şerê nû li herêmên Donetsk û Luhansk pêk hatiye, bi taybet li derdora bajarokê Debaltseve ya ku li jêr destê hikûmetê ye.

XS
SM
MD
LG