Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Fransî 8 Bergumanan Desteser Dike


Polîsê dijî terorê li Fransayê 8 kes îro Sêşemê girtin ku guman heye ew beşek in ji tevneya ku kesên genc dişîne Sûriyê jibo cîhadê.

Ev agahî ji aliyê Wezîrê Hundir Bernard Cazeneuve ve hatin belav kirin.

Bergumanên ku dikarin heta 96 demjimêran bêy tawan girtî bimînin, li bakurê Parîsê û bajarê Lyonê hatin girtin.

Karbidestekî li ofîsa dozgirê Parîsê got, "berguman nuha di destên polîs de ne. Ev pirsgirêk girêdayî Sûriyê ye."

Hikûmeta Fransî texmîn dike dora 1300 welatiyên wê girêdan bi şandina cîhadiyan bo Sûriyê û Îraqê hene. Dora 400 kesî jî nuha li wir ligel mîlîtanan şer dikin.

XS
SM
MD
LG