Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Firokevanê Urdunî bi Şewitandinê Dikuje


Mirovekî el Kesasbeh wêneyê wî hildigire.
Mirovekî el Kesasbeh wêneyê wî hildigire.

Vîdyoyeke nû li ser înternetê hate belav kirin tê de dibêjin, firokevanê Urdunî Muaz el Kesasbeh ji aliyê terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) ve tê şewitandin.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan rastiya vê vîdyoyê piştrast nekiriye, lê vîdyo li ser malperên cîhadiyan hatiye belav kirin û logoya ajansa el Furqan ya ser bi Daîş ve tê de diyar dibe.

Firokevan Muaz el Kesasbeh yê 26 salî meha Dîsemberê kete nav lepên Daîş, piştî ku Firokeya wî ya şer F-16 li nêzîk bajarê Reqa yê Sûrî hate xwarê. Daîş Reqa wekî paytexta xwe dide zanîn.

Rêxistina terorîst ji Urdun dixwest ku êrîşbira jin Sajîda el Rîşawî azad bike heta ku hember wê yekê el Kesasbeh ji aliyê wan ve were azadkirin.

XS
SM
MD
LG