Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Firokekê de 23 Kes li Taiwan Hatin Kuştin


Di ketina firokeke de ku 58 rêwîyên wê hebûn, herî kêm 23 kes îro Çarşemê li dervayê paytaxt Taipei hatin kuştin.

Dîmen û wêneyên ku di medya civakî de hatine parve kirin, nîşan didin ku firoka TransAsia Airways ATR-72 çawa li pireke diqelibe û dikeve nav ava Çemê Keelung.

Dîdevan dibêjin, hindik mabû ku firok li çend avahîyên bilind yên cîhê bûyerê xe ku gelek kes li wê derê dijîn.

Tîmên hawarçûnê piranîya rêwîyan ji nav avê rizgar kirin ku zarokek jî di nav wan kesan de ye.

Karbidest dibêjin hîn jimareke kes hinda ne û dibe ku hejmara qurbanîyan di demên pêş de zêdetir be.

XS
SM
MD
LG