Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdunê Wek Bersîvdana Kuştina Firokevanê Wê 2 Mîlîtan Darve Kirin


Bavê firokevanê Urdunî Saif al-Kasaesbeh

Urdunê wek bersîvdana kuştina firokevanê wê bi awayekî hovane, îro Çarşemê 2 mîlîtan darve kirin.

Karbidestên Urdunî radigihînin ku jina Îraqî Sajida al-Rishawi û Îraqîyekî din bi navê Ziad al-Karbouly îro sibê hatin sedare kirin.

Sajida al-Rishawi, jiber rola wê ya di êrîşa xwekujî ya sala 2005’an de li Amman’ê cezayê îdamê xwaribû.

Mîlîtanên Dewleta Îslamî daxwaz kiribûn ku Roshawî di berdela azadkirina pilotê Urdunî Muath al- Kaseasbeh were berdan, lê Urdun ew yek red kiribû û îsbata saxbuyîna wî xwestibû.

Vîdyoyeke de ku do Sêşemê li ser înternetê hatibû belav kirin, firokevanê Urdunî Muath al- Kaseasbeh ji alîyê terorîstên Dewleta Îslamî (Daîş) ve dihat şewitandin.

XS
SM
MD
LG