Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberekî Bilind yê el Şabab di Êrîşeke Esmanî de Hat Kuştin


Şervanên el Şabab
Şervanên el Şabab

Karbidestên Somalî dibêjin di encama êrîşa firokeke bêmirov de rêberekî bilind yê el Şabab Yusuf Dheeg hat kuştin.

Hikûmeta Somalî îro Çarşemê bi daxuyanîyekê got, Dheeg di êrîşa esmanî de ligel çend fermandarên din li bajarokê Dinsor hat kuştin.

Jêderekî Şabab ji Pişka Somalî ya Dengê Amerîka re kuştina Dheeg piştrast kir.

Hikûmeta Somalî dibêje, Dheeg berpirsê operasyonên derve yê el Şabab bû û mejîyê kiryarên terorîstî yên wê komê bû.

XS
SM
MD
LG