Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîya Bankayên Tirkîyê Dest Danî Ser Bank Asya’yê


Dezgeha çavdêrî û kontrolê ya bankayên Tirkîyê TMSF’ê dest danî ser ji sedî 63’yê Bank Asya ku wek bankeke nêzî bizava Fethullah Gulen tê naskirin.

Piştî ku şevê din polîs û karmendên dewletê bi ser navenda Bank Asya ya li Stenbolê de girtin, rêvebirîyeke nû jibo wê bankê hate destnîşan kirin.

Roja Çarşemê jî gelek alîgirên Bizava Xizmetê jibo piştgirîya bankê pereyên ber destê xwe xistin ser hesabên wê bankê.

Rojnamevan Adnan Ateş ku edîtorê malpera aborî www.ekovizyon.com e destdanîna ser Bank Asya ji alîyê dewletê ve ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Bi vê operasyonê re hikûmet dixwaze şirîkên biçûk yên bankayê bitirsîne. Lê, dibe ku şirîkên bankê serî li dadgehên navnetewî bidin da ku zîyanên xwe wekî tazmînat ji Tirkîyê bistînin.”

Rojnamevan Ateş biryara Bank Asya’yê wek biryareke sîyasî şîrove kir û got, “Wê alîgirên bizava Gulen bi bawerîyeke xûrt piştgirîyê bidin banka xwe û çi pere li ber destê wan hebe ji niha ve dixin hesabê bankê.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG