Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haram Bi Dehan Kes li Kamerun Dikuje


Leşkerên Çadî

Şervanên gruba mîlîtan ya Nîjeryayî Boko Haram îro Pêncşemê bi dehan kes li bakurê Kamerun kuştin, di vê demê de ku hêzên çend hikûmetan hewil didin ku wê komê têk bibin.

Berdevkê hikûmeta Kamerun Issa Tchiroma Bakari ku di heman demê de wezîrê ragihandinê ye, dîyar kir ku 800 şervanên Boko Haram mirovên ku nexwest tev li wan bin kuştin û dêr, mizgeft û gundan jî şewitandin.

Bakari got, mîlîtanan berê li nêzîkî bajarokê Gambaru ya ser tixub şerî hêzên Çadî kirin û dû re jî ketin nav bajarokê Fotocol û êrîşî hêzên Kamerunî kirin.

Bakarî da zanîn ku hêzên wan di bersîvdaneke xurt de 50 endamên Boko Haram kuştin û gelek cebilxaneyên wê jî desteser kirin.

XS
SM
MD
LG