Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Em Çareserîyeke Dîplomatîk li Krîza Ukrayna Digerin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Serokê Ukrayna Petro Poroshenko

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, Amerîka ji kêşeya rojhilata Ukrayna re çareserîyeke dîplomatîk digere, lê di heman demê de jiber kiryarên Rûsya ne razî ne.

Kerry got, tevî ku ew li çareserîyeke dîplomatîk digerin, nikarin çavên xwe ji tank û leşkerên Rûsî re bigirin ku derbazî nav axa Ukrayna dibin.

Kerry ew şîroveyên xwe, piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Ukraynî Petro Poroshenko kir.

Amerîka û hevalbendên wê Rûsya sûcdar dikin ku bi çek û leşkeran destek dide cudaxwazên Rûsî, lê Moskow vê îdîayê red dike.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve ya Amerîka, berî Kerry bigeheje Kîyev ragihandibû ku ewê $16.4 mîlyonên din wek alîkarî bişînin sîvîlan ku zîyanên mezin ji şerê navbera artêşa Ukraynî û cudaxwazên Rûsî dîtine.

Heman karbidest gotibû, hikûmeta Amerîkî berdewam pêdaçûna xwe didomîne ku çekên giran yên berevanî bide Ukrayna, lê ew ne piştrast in hêzên Ukrayni bikaribin wan sîlahana bixebitînin yan ne.

XS
SM
MD
LG