Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Firok û Firokevanên Xwe Veguhestin Herêma Kurdistanê


Karbidestên Wezareta Derve ya Amerîka do Pêncşemê got ku wan firok û pîlotên xwe veguhestin Herêma Kurdistana Îraqê da ku bikarin bi karîgerî xebatên lêgerîn û hawarçûnê bikin.

Hate ragihandin ku hinek ji wan firokana ji Kuweytê hatine.

Hevdem, Mîrgehên Erebî ragihand ku wê tevlîbûna xwe di operasyonên dijî DAÎŞ de sekinan, piştî ku firokevanê Urdunî ji alîyê koma tundrê ve hate desteser kirin.

Hikûmeta Mîrgehên Erebî bang li Amerîka kir ku bizavên rizgarkirina pîlotên koalîsyonê baştir amade bike.

XS
SM
MD
LG