Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Îsraîlî Bang li Netanyahu Dike ku Gotara Kongresê Neke


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.

Rêberên opozisyona Îsraîlî bang li Serokwezîr Benjamin Netanyahu dikin ku gotara xwe ya plankirî li pêş Kongresa Amerîka betal bike.

Rêberê Partiya Kar Isaac Herzog îro Şemiyê got, li şûna ku hişyariyê li ser programa Îranê ya navokî bide cîhanê, kêşebariya li ser gotara Netanyahu ziyan gihandiye peywendiya Îsraîl ya girîng ligel Amerîka.

Di pêşketineke nû de, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku ewê li gotara 3ê Adarê amade nebe, jiber geşteke wî ya derveyî Amerîka. Rêvebiriya Obama gelekî tûre ye ku Netanyahu planên gotara xwe ligel Komariyan kiriye, bêyî agahiya Koçka Spî.

Zehava Galon ji Partiya Meretz ya çepgir jî bang li Netanyahu kir ku gotara xwe betal bike. Rêberê naverast Yair Lapid jî got ku encamdana vê gotarê, “ziyaneke cidî digihîne peywendiyên stratejîk yên Îsraîlê ligel Amerîka.”

XS
SM
MD
LG