Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê ‘Rojên Danasîna Mêrdînê’


Li Stenbolê pêşangeha ‘Rojên Danasîna Mêrdînê’ tê lidarxistin ku tê de danasîna çand, dîrok û berhemên bajarê qedîm yên Mêrdînê têne nîşandan.

Li Rojên Mêrdînê berhemên dewlemendiya bajêr yên pirçandîyê, huner, cil, zîvkarî û xwarinên curbecur ji mêvanan re têne pêşkeşkirin.

Herwiha li pêşengehê dezgehên sivîl, saziyên bazirganî û rêvebiriyên bajêr ku Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê û bajarokên wê jî beşdarin danasîna Mêrdînê dikin.

Hevşaredarê Bajaroka Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak, li ser beşdariya ‘Rojên Mêrdînê’ ji Dengê Amerîka re dibêje, “Mêrdîn bajarekî Kurdistanê yê nimûneya pirçandê ye. Em li vê pêşengehê bang dikin ku bêyî xema pirsgirêkên ewlehiyê werin Mêrdînê bibînin.”

Hosteya hunera Telkariyê Şerîfe Anuk ku bi berhemên zîvîn yên Mêrdînê beşdariya pêşengehê bûye mebesta xwe ji me re wiha tîne ziman.

“Me li ser navê kesên astengdar ev standa zîv vekiriye. Piranîya wan bi destên wan hatine çêkirin ku em van berheman jibo alîkariya wan difiroşin.”

Pêşengeha Rojên Mêrdînê ku li Stenbolê navenda pêşengehan ya Feshaneyê ji 5’ê Sibatê ve berdewam e, roja Yekşemê dawî dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG