Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Nejîryayê Tên Paşvexistin


Xelk li dijî biryara paşvexistina hilbijartinan protestoyan dikin.
Xelk li dijî biryara paşvexistina hilbijartinan protestoyan dikin.

Nejîrya ragihand ku ew hilbijartinên serokatiyê yên 14ê Sibatê şeş hefteyan bipaşve dixîne, jiber rewşa ewlekariyê û şerê Boko Haram.

Serekê Komisyona Niştimanî ya Serbixwe jibo Hilbijartinan, Attahiru Jega do Şemiyê di konferanseke rojnamevanî de got, eger ewlekariya kesayetî, dengdar û çavdêrên hilbijartinan neyê garantî kirin, ewê jiyana jin û mêrên bêsûc û egera hilbijartineke azad û serbixwe bi awayekî mezin têkeve jêr metirsiyê.

Birêz Jega herwiha ragihand ku hilbijartinên serokatî û yên parlemanê dê êdî 28ê Adara 2015 were lidar xistin.

Mîlîtanên rêxistina Boko Haram beşekî mezin ji bakur rojhilatê Nejîryayê kontrol dikin. Pispor dibêjin, pêkanîna dengdaneke aştiyane li wan deveran dê tiştekî ne pêkane be.

Lê belê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di daxuyaniyekê de got, Washington gelekî ne razî ye ji vê biryara Nejîrya ya paşvexistina hilbijartinan.

Daxuyaniyê got, maytêkirina siyasî ligel karê Komisyona Niştimanî ya Serbixwe jibo Hilbijartinan tiştekî nayê qebûlkirin. Girîng e ku hikûmet rewşa ewlekariyê neke behane jibo rawestandina prosesa demokratîk.

XS
SM
MD
LG