Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Pêşbîn Dike Agirbestek Çarşemê ligel Cudaxwazan Pêk Were


Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko pêşbîn dike ku agirbesteke bêmerc roja Çarşemê di navbera hikûmeta wî û cudaxwazên ser bi Rûsya ve de were rêkeftin.

Birêz Poroshenko got, ev pêşketina ber bi agirbestê îro Yekşemê piştî peywendiyekê ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin, Şêwirmenda Alman Angela Merkel û Serokê Fransayê Francois Hollande. Her çar rêber plan dikin ku roja Çarşemê li paytexta Belarûsya, Minsk, bicivin jibo hewil bidin bigihêjin rêkeftineke dawî piştî diplomatên wan hûrgiliyên din roja Duşemê li Berlînê biqedînin.

Tevî rêkeftineke din ku Êlûna bûrî pêk hatibû, agirbest biserneket û şerî her berdewam kir. Berî rojekê, cudaxwazên rojhilata Ukraynayê û hêzên hikûmeta Kiyêvê gotin ku 12 sivîl û 12 hêzên Ukraynî di şer de hatin kuştin.

Van rojên dawî, Şêwirmenda Alman Merkel û Serokê Fransî Hollande di navbera Kiyêv û Moskoyê de diçûn û tên da ku planeke aştiyê pêk bînin. Roja Duşemê jî Xanim Merkel tê Washington da ku ligel Serok Barack Obama kom bibe.

XS
SM
MD
LG