Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Alîkariya Leşkerî bi Nirxê 25 Milyon Dolar Dide Libnanê


Leşkerekî artêşa Libnanî.
Leşkerekî artêşa Libnanî.

Balyozê Amerîka li Libnanê dibêje, alîkariya leşkerî bi nirxê 25 milyon dolar gihiştiye Beyrûtê, wekî beşek ji alîkariya Amerîka ya herî dawî bo artêşa Libnanî.

Balyoz David Hale dibêje, di nav vê alîkariyê de bêtirî 70 howitzer anku topên bingehên û 26 milyon çek û rext û parçeyên din yên cebilxaneya leşkerî.

Rêwresma radestkirinê îro Yekşem li bêndera Beyrûtê bi amadebûna ofserên Libnanî û Amerîkî birêve çû.

Ev bûy çend meh ku leşkerên Libnanî şerê radîkalên Îslamî li nêzîk sînorê ligel Sûriyê dikin.

Balyoz Hale gote rojnamevanan ku Libnan bûye 5em dewlet di rêza welatên ku alîkariya leşkerî ji Amerîkayê de werdigirin. Wî got, di sala bûrî de çek bi nirxê 100 milyon dolar ji Amerîka gihiştin Libnanê û di 8 salên dawî de çek bi nirxê yek milyar dolar gihiştin Libnanê.

XS
SM
MD
LG