Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Ew Alîkariya Urdun di Şerê Daîşê de Naxwaze


Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el Mualim.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el Mualim.

Wezîrê Derve yê Sûriyê rexne li Urdunê kir, piştî ku Amman êrîşên xwe yên asmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî (Daîş) li Sûriyê zêde kiriye. Wî got, welatê wî pêdivî bi alîkariya derve tune ye jibo şerê mîlîtanên Daîş.

Welîd el Mualim roja Duşemê herwiha gote rojnamevanan ku Şam dê qebûl neke ku hêzên Urdunî yan jî çi hêzeke biyan ku derbasî Sûriyê bibin jibo şerê Daîşê. Ew dibêje, maytêkirinên ji vî rengî dê wekî binpêkirina serweriya Sûriyê were dîtin.

Behsa şandina hêzên navneteweyî bo Sûriyê jibo şerê Daîş nehatiye kirin.

Lê belê, Urdun soz daye ku tola firokevanê xwe yê ku hefteya bûrî li ser destê Daîş hate şewitandin, hilîne.

Wezîrê Derve yê Sûrî herwiha Urdun bi wê yekê tawanbar kir ku rê dide “terorîstan” derbasî Sûriyê bibin. Hikûmeta Sûrî ji şervanên opozisyonê re dibêje “terorîst.”

XS
SM
MD
LG