Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed: Sûriyê Agahiyên Ne Rasterast Derbarê Êrîşên Daîşê Werdigire


Serokê Sûriyê Beşar Esed.
Serokê Sûriyê Beşar Esed.

Serokê Sûrî Beşar Esed got, hikûmeta wî agahiyan derbarê êrîşên bi serkêşiya Amerîka li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) li Sûriyê werdigire, lê ti hevkariyeke rasterast tune ye.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona BBC li Şamê, Esed got ku peyam di navbera herdu aliyan de bi riya aliyên din wekî Îraqê tên veguhestin, lê agahiyên taktîkî di van danûstandinan de nayên dayîn.

Serokê Sûrî got, dê Sûriyê tevlî koalisyona bi serkêşiya Amerîka nebe.

"Bê guman, em nikarin û naxwazin û viyan li cem me tune ye. Ev jî ji ber sedemekê ye: em dikarin bibin hevalbendê welatekî ku piştgiriya terorê dike," Beşar Esed got.

Hikûmeta Sûrî ji wan şervanên ku şerê wê dikin re dibêje, "terorîst". Lê di nav wan grûpan de Daîş û Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve jî hene. Serokê Sûrî got, piraniya welatên di koalisyonê de piştgiriya terorê dikin.

XS
SM
MD
LG