Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê: Divê Hêzên Cîhanê Derfeta Peymaneke Navokî Zeft Bikin


Serokê Îranê Hesen Rûhanî.

AFP - Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Sêşemê got, divê hêzên cîhanê derfetê zeft bikin, jibo gihandina rêkeftineke navokî ligel Îranê.

Birêz Rûhanî got, Tehran hemû gavên pêwîst avêtiye jibo pêkanîna peymaneke navokî.

Gotinên Rûhanî hatin xuya kirin wekî bersivek li ser axaftina Serokê Amerîkî Barack Obama yê gotibû ku: "pirsgirêk nuha ev in, gelo Îran viyana siyasî û daxwaz heye ku bigihêje rêkeftinekê?"

Serokê Îranî got, "pêşketineke baş hatiye kirin, tevî ku gihiştina rêkeftineke dûmahîkê hîn dûr e."

Wî herwiha got, "Îran gavên pêwîst avêtiye û nuha dora aliyê din e ku sûdê ji vê derfetê bigire."

Îran û şeş welatên mezin yên cîhanê ketine nav danûstandinan, bi hêviya gihiştina peymaneke navokî. Lê gotûbêj çend caran hatine astengkirin û nuha 30 Hezîranê hatiye destnîşankirin wekî dema dawî jibo gihiştina peymaneke sergihayî.

XS
SM
MD
LG