Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parlamena Tirkiyê Nîqaşên Tund Li Ser Pakêta Ewlekariyê Têne Kirin


Parlamena Tirkiyê
Parlamena Tirkiyê

Li Tirkîyê nîqaş û rexneyên li ser Pakêta Qanûna Ewlekariya Navxweyî ku ji aliyê hikûmeta Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ve hatiye amade kirin berdewam dikin.

Di gotarên roja Sêşemê yên grubên partiyên parlamena Tirkîyê de, babeta sereke pakêta ewlekariyê bû ku AKP dixwaze wekî qanûn li parlamenê bide pesend kirin.

Gotûbêjên li ser pakêta ewlekariyê ev 2 car in têne paşxistin ku niha jî jibo hefteya pêşiya me hatiye paşxistin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, di gotara xwe ya roja Sêşemê de got, "Bila ti kes nebêje ku bi paşxistina hefteyekê re, me dev ji derxistina Pakêta Reforma Ewlekariya Navxweyî berdaye. Wê ev qanûn were derxistin.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî bersiva Serokwezîr Davutoglu da û got, “Jiber ku mafê berxwedanê mafekî gerdunî ye, em ê dijberiya xwe ya li hember derxistina vê qanûnê berdewam bikin.”

Herwiha Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di gotara xwe ya roja Sêşemê ya gruba parlamanê de, li ser qanûna ewlekariyê dubare nêrînên partiya xwe anîn ziman.

Yuksekdag, bang li Serokwezîr û hikûmeta AKP’ê kir ku daxwazên dijberiya demokratîk li ber çavan bigirin û pakêta ewlekariyê bêyî ku were civata giştî ya parlamenê paşve bikişînin.

Hêjayî gotinê ye, bi destpêka xebatên hibijartina giştî ya 7’ê Hezîran a 2015’an re, her diçe dijberî û dubendiyên navbera partiyên Tirkîyê bêhtir derdikevin pêş.

Babeta Qanûna Ewlekariya Navxweyî jî yek ji wan mijarên herî girîng e ku opozîsyona Tirkîyê bi tundî dijî derdikeve bi sedema ku bi zêdekirina mafên polîsan re metirsî li ser demokrasiya Tirkiyê çêdibe.

Pakêta Ewlekariya li Parlemana Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG