Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 200 Penaber Di Binavbûna Kelekan de li Derya Spî Mirin


Fotoyeke ji arşîvê

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 200 kes hatin kuştin dema penaberan hewl dida ku bi botên biçûk derbazî Derya Spî bikin.

Vincent Cochetel, Dîrektorê Komîserîya Blind ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Ewropa got, 100 kesên din jî hinda bûne.

4 belemên ku bi piranî penaberên ji herêma Binî Sahara hildigirt, ji Lîbya bi rê ket û ber bi Îtalya ve diçû.

Karbidest heta niha ne agahdar in ku çi yek jî çar kelekan hatiye û aqubeta neferan çi ye.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di bûyereke din de 29 kes roja Yekşemê hatibûn kuştin û 110 kesên din jî ji alîyê hêzên Îtalî ve hatibûn rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG