Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Misirî Rojnamevanên Al Jazeera Azad Dike


Di wêneya arşîvê de her sê rojnamevanên Al Jazeera
Di wêneya arşîvê de her sê rojnamevanên Al Jazeera

Dadgeheke Misirî 2 rojnamevanên Al Jazeera îro Pêncşemê azad kirin, piştî ku darizandina wan ya bi tawana destekdayîna Biratîya Misilman, Îxwan heta 23'yê
Şubatê paş xist.

Dadgeha Qahîrê biryara $33,000 kefalet jibo Mohammed Fahmy da, lê jibo hevalê wî Baher Mohammed biryara kefaletê neda.

Fahmy berê hem hemwelatîyê Kanadî, hem jî yê Misirî bû. Wî dest ji welatîbûna Misirî berdabû bi hêvîya ku dadgeh wî berde.

Rojnamevanekî din yê Al Jazeera, Peter Greste yê Australî di 1'ê Şubatê de hatibû berdan û ji welatê xwe re hatibû şandin.

Her sê rojnamevan di dawîya sala 2013'an de hatibûn girtin û ceza li wan hatibû birîn, bi sedema ku wan piştgirîya Îxwan kirine.

Al Jazeera bi pêgirî dîyar dikir ku her sê kes bêguneh in û azadkirina wan daxwaz dikir.

XS
SM
MD
LG