Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîyên Danûstandinan Ser Agirbesteke li Rojhilata Ukrayna Qayil Bûn


Rêberên Ukrayna, Rûsya, Almanya û Fransa di danûstandinên Belarûsê de li ser planekê agirbestê li hev kirin ku dawî li şerê rojhilata Ukrayna bîne.

Li ber e ew agirbesta ku di encama danûstandinên dirêj de pêk hat, di 15ê Sîbatê de destpê bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin got, hemî alî li ser xalên serekî yên wek derxistina çekên giran ji qada şer qayil bûne.

Tê ragihandin ku cudaxwazên piştgirên Rûsya jî ew pêşnîyar qebûl kirine.

Lê, hemî alîyên danûstandinan pênasînê dikin ku hîn cûdabirîyên girîng li ser wê kêşeyê mane.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel got, ew zanin ku hemî arîşe çareser nebûne jiber ku hîn gelek kar li pêş wan maye.

XS
SM
MD
LG