Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Japonî Hikûmeta Xwe Rexne Dike ku Dest Danaye Ser Pasaporta Wî


Rojnamevanekî Japonî îro Pêncşemê dibêje, karbidestên hikûmetê ew mecbur kirin ku pasaporta xwe teslîmî wan bike, jiber ku wî plan dikir ku here Sûrîyê.

Rojnamevan Yuichi Sugimoto ku ji 20 salan vir ve li Rojhilata Navîn û qadên din yên şer rojnamegerî dike biryara hikûmetê bi tundî rexne dike.

“Hikûmet bi destdayîna ser pasaporta min, mafê min yê destûrî û azadîya ragihandinê binpê dike, pêşî li rêwîtîyê min digire û nahêle ku ez bixebitim.”

Hêjayî gotinê ye, Japonya hîn jî bi tundî di bin bandora serjêkirina du hemwelatîyan e ku hefteya borî ji alîyê Dewleta Îslamî ve, li Sûrîyê hatibûn serjê kirin.

Hikûmeta Japonî hişyarî daye hemwelatîyên xwe ku nerin Sûrîyê, lê ew pêşnîyar astengên qanûnî li pêş hemwelatîyan dernaxe.

XS
SM
MD
LG