Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

M.Emîn Aktar: HDP Nekeve Parlemanê Dibe ku Jibo Kurdan Baştir Be


Wêneyek ji kongreya HDP ya li Stenbolê
Wêneyek ji kongreya HDP ya li Stenbolê

Piştî ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) biryar da, bi serê xwe beşdarî hilbijartina giştî ya parlemena Tirkîyê ku li 7’ê meha 6 pêk tê bibe, lêgerîn û danûstandinê tifaqê jî li nav partî û dezgehên Kurdî destpê kirin.

Şandeyên HDP, DBP, KCD û dezgehên sivîl ev demeke jibo tifaqê serdanên şêwrê li partî û bizavên Kurd dikin.

Partî û bizavên mîna; Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partîya Demokrasîya Beşdar (KADEP), Komela Demokrat ya Kurdên Şorgeşger (DDKD), Platforma Demokratên Kurd (PDKN), Partîya Demokrata Kurdistanê-Tirkîye (PDK-T) û Tevgera Azadî, ligel çend dezgehên sivîl jibo tifaqa hilbijartinê di nav danûstandinên sîyasî de ne.

Serokê Baroya Amedê yê Berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar ku bi salan e sîyaseta Kurd ji nêz ve dişopîne, lêgerîn û hewildanên tifaqa Kurdan ya hilbijartinê ji Dengê Amerîka re nirxand.

“Hewildanên jibo tifaqa Kurdan erênî ne, lê armanca tifaqê divê ne tenê derbaskirina benda sedî 10 ya hilbijartinê be. HDP benda hilbijartinê derbas bike bi vê tenê nikare pirsa Kurd çareser bike. Bi bawerîya min, ger HDP li bin bendê bimîne dibe ku jibo gelê Kurd baştir be.”

Birêz Aktar, gotinên Şaredarê Mêrdînê Sîyasetvan Ahmet Turk ku demek berê gotibû, ‘Ger HDP bendê derbas neke, Kurd dikarin çarenivîsa xwe dîyar bikin’ wiha şîrove kir.

“Mafê Kurdan yê tayînkirina qedera xwe ne bijardeyeke beramberê hilbijartinan e. Divê biryara me ya dîyarkirina çarenivîsê di destê me de be.”

ST_2_12_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:36 0:00

XS
SM
MD
LG