Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêjên Ser Daxwaza Serok Obama ya Karanîna Hêza Leşkerî li Dijî DAÎŞ Didomin


Li Amerîka gotûbêj li ser daxwaza Serok Obama ya karanîna hêza leşkerî li dijî koma terorîst ya Dewleta Îslamî berdewam dikin.

Serok Obama dibêje, divê Kongres desthilat bide wî ku bi karîgerî şerî dijî DAÎŞ bike.

Lê, Obama di axaftineke de li Qesra Spî bi zelalî bal kişand ku ew daxwaza wî şerekî nû ye erdî, wek li Îraq û Afganistanê nayîne.

Serok got, bi vê destûrê ewê bikaribin hêzên taybet yên şerker bişînin ser kombûnên DAÎŞ ku rêberên wê yên bilind lê amade dibin.

Li gor wê daxwazê, desthilata karanîna hêza leşkerî li hember DAÎŞ wê tenê jibo sê salan be.

"Ev karekî dijwar e û bo demeke din bi vî awayî bimîne. Lê, koalîsyona me niha di êrîşê de ye û DAÎŞ di berevanîyê de ye. DAÎŞ wê bişkê."

Hêjayî gotinê ye, divê daxwaza Serok Obama ji alîyê Civata Senatoran û Civata Nûneran derbaz be, lê her du jî di destê Komarîyan de ye.

Rêberê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell îşaret dabû ku gotûbêja ser wê daxwazê çend hefte bidomin.

XS
SM
MD
LG